Saritaş: Xelkê Sêrtê guherînê dixwaze

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş diyar kir ku divê desthilatdarî bê guhertin û got: “Xelkê Sêrtê teqez guherînê dixwaze.”

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî. Saritaş diyar kir ku piştevanên desthilatdariyê jî êdî guherînê dixwazin û destnîşan kir ku li her cihê ku diçinê bi coş tên pêşwazîkirin.

Saritaş anî ziman ku biryardariyek cidî heye û got: “Xelkê Sêrtê êdî guherînê dixwaze. Teqez guherînê dixwaze.”

Saritaş got ku jinên Sêrtî berxwedêr, xurt û têgihiştî ne û ragihand ku lê weke li gelek cihên din ên Kurdistanê, rû bi rûyê polîtîkayên şerê taybet û gelek pirsgirêkên mîna bêkariyê ye.

Saritaş bal kişand ku pirsgirêkek din jî pirsgirêka “zarokê astengdar e” û got: “Ji her malbatekê zarokek astengdar û kal, dîsa ji aliyê jinê ve tê meyzekirin. Jin wê vê pêvajoyê bi serketinê tacîdar bikin. Em ê di meclîsê de ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan, guhertinên qanûnî pêk bînin.”

‘ÊDÎ DIVÊ DESTHILATDARÎ BÊ GUHERTIN’

Saritaş bilêv kir ku ew ê koperatîfên ku jin bikarin lê bixebitin û kargehan ava bikin û ev tişt got: “Êdî divê ev desthilatdarî bê guhertin. Ji bo siberojên azad, ji bo sedsalek ku gel hemû bi hev re dijîn, bawerî û reng hemû bi hev re bin, guhertin neçarî ye.”